Li bajarê Kocaeliyê di depoya benzînxanê de teqîn çêbû: 4 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li Kocaeliyê li navça Körfezê di depoya benzînxanê de teqînekî çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Piştî teqînê hêzên ewlehiyê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Di encama teqînê de agir bi tesîsê ket lê sîstema vemirandina agir kir ku karibûn di wextekî kurt de agir vemirînin.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û her 4 birîndaran birin nexweşxanên der û dorê. Hat ragihandin ku di jiyana birîndaran de ti talûke tine.
Tîmên îtfaiyê û AFADê li deverê lêkolînan dikin da sedema teqînê bizanibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin