Li bajarê Marasê xortê ket avê, di avê de fetisî

27 September 2024 21:00 0 dîtin
Li bajarê Marasê xortê ket avê, di avê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê li navça Onikişubatê xortê bi navê Rıdvan Yaşar (24), di dema bi hevalên xwe re pîknîkê dikir, ket avê da xwe hînik bike lê nema ji gola avê derket û ji ber çavên hevalên xwe wenda bû.

Li ser agahdarkirina tîmên AFAD, noqav û tenduristiyê, dema çûn ciyê bûyerê, di bin avê de li Rıdvan Yaşar geriyan. Dema tîmên noqavê cenazê Yaşar ji bin avê derxistin, ji bo otopsiyê şandin morga nexweşxana fakulta Tibê ya zankoya Sütçü İmam ya Maraşê.