Li bajarê Colemêrgê demsala semitandina ser berfê destpêkir

25 December 2021 20:14 0 dîtin
Li bajarê Colemêrgê demsala semitandina ser berfê destpêkir

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê li bilindahiya 2.800 metreyan ya bi navê Mêrga Butanê demsala şemitandina ser berfê destpêkir. Parêzgerê Colemêrgê İdris Akbıyık, ragihand ku ciwanên Colemêrgî gelek serkeftîne û di 3 salên dawiyê de şemitandinê hînî 40 hezar ciwanan kirine. Parêzger got ku ji Îran, Iraq û derveyê bajêr bi hezaran kes eleqê nîşanî şematekê didin û wan li Colemêrgê dikin mêvan.

Navenda Şemitandinê ya bi navê Mêrga Butanê ji navenda bajêr 12 km dûre. Parêzger got ku her sal jimare û dirêjahiya pîstan zêde dikin. Niha dirêjahiya pîstê 6 hezar metreye. Li navendê otêlekî bi dereca 50 ode û 120 livînî heye.