Li bajarê Hatayê bi dereca 6.4 û 5.8 du erdhej çêbûn

20 February 2023 22:43 0 dîtin
Li bajarê Hatayê bi dereca 6.4 û 5.8 du erdhej çêbûn

PeyamaKurd – Li Hatayê du erdhej li pey hev çêbûn. Dereca wan 6.4 û 5.8 e. Erdhej siet di 20.04an de li navça Defne yê û di 20.07an de li navça Samandağiyê çêbûn. Tê gotin ku li her dû ciyan hinek avahî xerab bûne.

Bi sedema her dû erdhejan xelk car din tirsiya û derketin derveyê avahiyan û erdhej li bajarên din yên weke Malatya, Diyarbekir, Rihayê, Entab, Maraş û heya Binxetê Hesîçayê baş hat hîskirin.

Di encamê de xesarên canî û maddî hene an na, wê aşkera bibe.