Li bajarê Konya yê Tirkiyê erdhejeke mezin çêbû

01 August 2023 19:37 0 dîtin
Li bajarê Konya yê Tirkiyê erdhejeke mezin çêbû

PeyamaKurd - Îro sêşemê 1ê Tebaxê danê êvarê li bajarê Konya yê Tirkiyeyê erdhejeke bi tundiya 5,1 rû da.

Li gorî ragihandina Rasatxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçiyê navenda erdhejê navçeya Selçuklu ya Konyayê û di kûrahiya 5 km de rû daye.

Derbarê erdheja ku li demjimêr 18:06 rû daye de, hêj ti agahiyên ziyan û xisaran nehatine belavkirin.

Li aliyê din Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê jî pileya erdhejê 5,0 pîva ye.