Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz çêbû

27 November 2020 15:16 0 dîtin
Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Meletî yê bakurê Kurdistanê îro danê nîvro erdhejeke bihêz çêbû. Bandora erdhejê li çend bajarên derdorê jî çêbû û heta bajarên Xarpêt û Semsûrê jî hejiyan.

Li gorî ragihandina Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD hêza erdhejê bi pileya 4.7 rîxterê bû û navenda wê jî navçeya Puturge ya Meletî ye. Li gorî Çavdêrxaneya Kandillî jî kûrahiya erdê ya erdhejê 5 kîlometre bûye.

Herwiha li gorî çavdêrxaneyên din jî pileya erdhejê heta 5,9-6,4an hatiye pîvan û piştî erdheja Xarpêtê ya sala borî ku gelek kesan can dabû tirseke mezin li ser xelkê çêkir.

Pispor vê erdheja dawî wek hişyariya erdhejên mezintir şîrove dikin ku ew herêm di bin metirsiya xeta erdhejan de ye.