Li bajarê Meletiyê 2 kes hatin kustin û 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê ber destê êvarê li taxa Yenî Harmanê di navbera karsazekî û grûbekî de pevçûn derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Pevçûn di kafekî de çêbû û hat ragihandin ku berê di navbera her dû aliyan de nexweşî hebû. Di navbera wan de mijara pera ya deyndariyê hebû û ji bo mijara xwe çareser bikin, xwestin biaxifin lê di navbera wan de şer derket.
Di şer de tiving û demançe hatin bikaranîn û di encama şer de li ciyê bûyerê kesên bi navên Remzi Erşahin û Halil Ulutaş jiyana xwe ji dest dan. Di şer de 6 kes jî birîndar bûn.
Tîmên polîs û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxaneyan. Polîs li ciyê bûyerê 5 demançe û tivingekî xist dest.
Serdozegerê Meletiyê Muhammet Savran û rêvebirê asayîşa Meletiyê Ercan Dağdeviren çûn ciyê bûyerê û lêkolînan kirin. Polîs 5 kesên ku tevlî şer bûn wan desteser kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin