Li bajarê Wanê ji bo 2 rojan xwepêsandan hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê, parêzgeha bajêr ji bo 2 rojan kirina çalakiyan û civînên ciyên servekirî qedexe kir. Parêzgeh ragihand ku ji bo ber li tevger û êrîşan bigrin, biryara qedexeyê daye.
Qedexe ji bo 28 û 29ê Cotmehê ye. Di wan rojan de meş, vegirtina konan, meşale, vekirina stendan, kirina civînên giştî û çapemeniyê û tevgerên weke wan hatine qedexekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin