Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan 1356 roj in berdewam dike

07 August 2020 11:05 0 dîtin
Li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyan 1356 roj in berdewam dike

PeyamaKurd - Li bajarê Bakurê Kurdistanê ev 1356 roj in qedexeya çalakîyan heye. Qedexeya çalakîyan a li Wanê 1356 roj in didome.

Parêzgariya Wanê, bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmehê re, li bajêr lidarxistina çalakiyan qedexe kir. Qedexeya li bajêr ji 21'ê Mijdara 2016'an ve, 15 rojan carekê bi awayekî rêk û pêk tê dirêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêgariya Wanê, qedexe wê heta 20ê Tebaxa 2020an bidome.