Li bajarê Xoy ê ser bi parêzgeha Urmiyê erdhej çêbû

23 June 2021 13:30 0 dîtin
Li bajarê Xoy ê ser bi parêzgeha Urmiyê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Xoy ê ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve erdhejeke bi hêza 4.2 pileyî çêbû û li parêzgeha Wane ya Bakurê Kurdistanê jî hat hestkirin.

Navenda erdheja bajarê Xoy, 35 kîlometre dûrî navenda bajarokê Qelqelî ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Li gor daxuyaniya ji aliyê Saziya Erdhejên Kandilli ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, saet 01:43yan, serê sibeha îro Çarşembê 23ê Hezîrana 2021ê li bajarê Xoy erdhejek bi hêza 4.2 pile û kûrahiya 8.6 kîlometreyan hatiye tomarkirin.

Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan li Parêzgeha Urmiyê da zanîn, erdhej ne zêde bi hêz bûye û bi hêza 4.1 pile û kûrahiya 6 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Li gor heman çavkaniyê, bajarokê Zorava navenda erdhejê bûye û 42 kîlometre dûrî bakurê rojavayê Xoy e.

Heta niha li aliyê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ti zanyariyek derbarê zerar û ziyanên erdhejê de nehatine belavkirin.