Li bajarên Bakurê Kurdistanê bihayê nan dîsa hat zêdekirin

12 August 2023 16:50 0 dîtin
Li bajarên Bakurê Kurdistanê bihayê nan dîsa hat zêdekirin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê 240 gram nan ji 10 lîreyî derket 12 lîra û li Wanê jî 210 gram nan ji 4 lîre derket 6 lîreyî.

Li gor zanyariyan, li Diyarbekir û Wanê bihayê nan dîsa zêde bû. Li Diyarbekirê 240 gram nan ji 10 lîreyî derket 12 lîra û li Wanê jî 210 gram nan ji 4 lîre derket 6 lîrayî. Dîsa bi zama dawî re bihayê sotemeniyê jî gihiştiye 40 lîrayî. Ji bihabûyînê bi qasî welatiyan xwediyên firinan û nanfiroş jî bi gazinc in.

Weke tê zanîn, li Diyarbekirê di Rêbendana 2022an de nan bi 2 lîre û 50 kuriş bû, niha heman nan bi 12 lîre tê firotin. Bajarê Wanê yek ji wan bajarabû ku nan lê erzan bû, lê di vê mehê de, li wê derê jî bihayê nan ji 4 lîre derketiye 6 lîrayî.

Hat zanîn, Rêvebirên saziyên dikandaran û hilberînkar û firoşkarên nan balê dikşînin ku 25 cure lêçûnên ku di hilberîna nan de bandor diikin hene û ji bo zirar nekin ji misogerî bihayan zêde dikin.