Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê nûfûsa 40 bajaran kêm bûye

15 March 2025 20:16 0 dîtin
Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê nûfûsa 40 bajaran kêm bûye

PeyamaKurd - Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê nûfûsa 40 bajaran kêm bûye. Di sala 2023an de li 10 bajaran jimara mirovan kêm bûbû lê di sala 2024an de ya 40 bajaran kêm bû. Bingeha nûyeyê diçe ser rêjeyên Dezga Îstatîstîkê ya Trikiyê (TÜİK). TÜİK rêjeya xwe di 6ê Sibatê de ragihand.

Li gor rêjeyê bajarên ku nûfûsa wan kêm bûne ev  in:

Dêrsim (Tunceli), Sêwas (Sivas), Agirî (Ağrı), Sêrt (Siirt), Hakkarî, Çewlik (Bingol), Xarpêt (Elazığ), Ezirgan (Erzincan), Erzerom (Erzurum), Qers (Kars), Mûş (Muş), Wan (Van), Ixdir (Iğdır), Ardahan, Afyonkarahisar, Kutahya, Manisa, Uşak, Çankırı, Kırşehir, Niğde, Burdur, Îsparta, Sinop, Kırıkkale, Yozgat, Karaman, Artvin, Çorum, Giresun, Gümüşhane, Kastamonu, Ordu, Rize, Trabzon, Zonguldak, Bayburt, Bartin, Karabuk û Çanakkale ne.

Ji van 40 bajaran 14 ji wan yên Kurdistanêne ji bilî bajarên hevpar.