Li bakurê Norwecê balafireke barhilgir a serbazî ya Amerîkayê ket xwarê
PeyamaKurd – Li bakurê Norwecê, balafireke barhilgir a serbazî ya Amerîkayê ya di çarçoveya manoraya serbazî ya hêzên NATOyê de, roja înê ket xwarê û di encamê de çar kesan can dan.
Li gor zanyariyan, balafir ji cûreya helîkopter a Bell-Boeing V-22 Osprey bû, ku balafireke barhilgir a serbazî ye. Roja înê di dema manorayê de pêwendiya wê bi baregeha serbazî qut bûye ku biryar bû biçe bakurê Norwecê, pişt re ketina balafirê ji aliyê baregeha hevbeş a hêzên NATOyê ve hat piştrastkirin.
Herwiha Berpirsê Rojnamevanî yê li Navenda Hemahengiya Hevbeş a Rizgarkirinê eşkere kir, parçeyên balafirê li devereke çiyayî hatine dîtin, lê heta niha tîmên rizgarkirinê negihîştine cihê ketina balafirê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin