Li Batmanê du grûb bi çekan li hev xistin û 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Batmanê li taxa Hurriyetê di navbera du grûban de pevçûn derket û 2 kes birîndar bûn. Ji birîndaran kesa bi navê Müzeyyen K. dema di kolanê de derbas dibû, gula ku pekiya lê ket û birîndar bû.
Polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin