Li Bedlîsê 39 koçberên qaçax hatin girtin

13 January 2021 01:45 0 dîtin
Li Bedlîsê 39 koçberên qaçax hatin girtin

PeyamaKurd – Parêzgeha bajarê Bedlîsê ragihand ku li navçeya Tetwanê hêzên asayîşê mînîbusekî dane rawestandin û tê de 39 koçber hebûne. Hêzên asayîşê her 39 koçberan digrin û kesê ku wan derbasî Îstenbolê û ji wir dişîne Awrûpayê yê bi navê E.K. desteser kiriye.

Piştî îfadeyê kesê bi navê E.K. li asayîşê bê sitendin dê wî bibin dadgehê û li gor biryara dadgehê tevbigerin.