Li benzînxaneyekî bajarê Rihayê bi çekan li hev xistin: 1 kustî û 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê di benzînxaneyekî de du grûb pevçûn û bi çekan li hev xistin. Di encamê de kesekî hat kuştin û kesek birîndar bû.
Bûyer li Qarakopriyê li taxa Seyrantepe çêbû. Li gor ragihandina çapemeniyê, şer li ser mesela pere ya dan û sitendinê çêbûye.
Gule ji çeka kî derketiye nayê zanîn lê di encamê de kesê bi navê İbrahim Halil Yıldırım hat kuştin. Tîmên tenduristiyê dema gihan ciyê bûyerê û kontrola xwe kirin, dîtin ku kesê navborî can daye.
Cenazê Yılıdırım ji bo otopsiyê birin morga Tib a Edlî ya bajarê Rihayê. Lêpirsîna polîs ya li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin