Li Berlinaleyê derhênerekî îranî xelata ‘Hirça Zêrîn’ wergirt
PeyamaKurd – Di 70emîn Festîvala Fîlman a Berlinale de "Xelata Hirça Zêrîn" îsal derhênerê îranî yê bi navê Rasoulof wergirt.
Di 70emîn Festîvala Fîlman a Berlinale de Xelata "Xelata Hirça Zêrîn" îsal derhênerekî ji Îranê bi navê Muhemed Rasoulof wergirt. Piştî merasîma li Sînemaya Berlinale Palastê, xelat bo kesên qezenckirine, hatin belavkirin.
Xelata Mezin a Juriyê fîlmê Eliza Hittman ê bi navê Never Rarely wergirt.
Xelata baştirîn derhênêrî jî, bi fîlmê “Domangchin Yeoja” derhênêrê ji Koreya Başur Hong Sangsoo wergirt.
Xelata baştirîn lîstikvana jin jî, bir ola xwe ya di fîlmê “Undine” lîstikavana almanî Paula Beer; xelata lîstikvanê herî baş yê mêr jî, bi performansa xwe ya di fîlnê “Hidden Away” Elio Germano wergirt.
Di çarçoveya Berlinalê de, ji 20 Sibatê û heya iha ji 71 welatan 340 fîlm hatin nişandan û ji bo 18 kategoriyan ketin pêşbaziyê.
Ji ber ku ji sala 2017an ve qedexeya derketina derve li Rasulov hatiye sepandin nekarî biçe Berlînê û xelata xwe wergire. Xelata Rasulofî keça wî û tîma wî ji dêvla wî ve wergirt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin