Li Beytusebabê “Festîwala Qusandina Berxan” destpêkir

19 July 2024 22:00 0 dîtin
Li Beytusebabê “Festîwala Qusandina Berxan” destpêkir

PeyamaKurd – Li navça Beytuşebabê ya bi ser bajarê Şirnexê piştî xelk terş û tareşên xwe derdixin zozanan, li zozan hiriya berxên xwe diqusînin. Ev kiryar bi sed salaye weha dewam dike lê vê paşiyê ev kar weke festîwal têkirin.

Festîwal li Zozanê Laleşê destpêkir û 3 roj dewam dike. Gelek kes tevlî festîwalê dibin. Festîwal bûye wekî cejnekî.

Heywanên gelek eşîrên deverê li zozanane û bi taybetî yên eşîra Ertoşiya ku 12 bavên wan hene. Berê karê qusandina hiriya berxan an miyan bi hevringê dihat kirin lê niha di şûna hevringê de makînên elektronîk hene ku qusandinê zûtir dikin û heywanan naêşînin.