Li Brezîlyayê li dijî çeteyên narkotîkê operasyon: Herî kêm 45 kes mirin

03 August 2023 11:09 0 dîtin
Li Brezîlyayê li dijî çeteyên narkotîkê operasyon: Herî kêm 45 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarên Rio de Janeîro, Sao Paulo û Bahia yên Brezîlyayê di êrîşên polîsan ên li dijî çeteyên tiryakê de 45 kes mirin.

Li gorî nûçeya BBCyê, polîsê Brezîlyayê ragihand ku di pevçûna ku li bajarê Rio de Janeiro li dijî çeteyên maddeyên hişbirê organîze kirin de 10 kes hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku di operasyona ku li bajêr hat lidarxistin de 10 kes hatin kuştin ku serçeteyê çeteyekî bazirganiya tiryakê jî heye.

Di Operasyona Mertalê ya ku 5 roj in li eyaleta Sao Pauloyê hat kirin da polês jî di nav da 14 kes mirin, li bakurê rojhilatê eyaleta Bahîayê jî 19 gumanbar hatin kuştin.

Di Operasyona Mertalê ya ku piştî kuştina polîsekî hêzên taybet li bajaroka Guaruja ya Sao Pauloyê hat destpêkirin de 58 kes binçav kirin û 385 kîlo tiryak desteser kirin.

Wezîrê Dadê yê Brezîlyayê Flavio Dîno, operasyona li Guaruja rexne kir û got, berteka polîsan bi sûcê hatî kirin re ne hevber e.