Li Brîtanyayê êrîsa bi kêrê: 8 kes birîndar bûn

29 July 2024 17:21 0 dîtin
Li Brîtanyayê êrîsa bi kêrê: 8 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Southport ê Brîtanyayê di encama êrişa bi kêrê ya ji aliyekî kesekî de herî kêm 8 kes birîndar bûn.

Polîsê Merseysideyê da xuyakirin, îro demjimêr 11:50 li kolana Hartê ya Southportê êrîşa bi kêrê hatiye kirin û hêzên wan çûne cihê wê bûyerê. Hate ragihandin ku di bûyera kêrkirinê de herî kêm 8 kes birîndar bûne.

Hate gotin ku di navbera birîndaran de zarok jî hene û tîmen tenduristiyê ew gihandine nexweşxaneyan.

Hate zanîn ku piştî bûyerê kesekî ku tevî kêrê digeriya ji aliyê polîsan ve hatiye desteser kirin. Herwiha ji xelkê derdorê hatiye xwestin ku xwe ji kolana Hartê dûr bixin.

Heta niha sedema bûyerê nehatiye zelalkirin.