Li Brîtanyayê, banga îstifayê li Liz Truss hat kirin

17 October 2022 14:30 0 dîtin
Li Brîtanyayê, banga îstifayê li Liz Truss hat kirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada siyasî ya Brîtanyayê hatin parvekirin, hin parlamenterên Partiya Muhafazakar, banga îstifakirinê li Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss kiriye.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku 3 parlamenterên ji Partiya Muhafazakar ku Liz Truss jî ji wê partiyê tê, banga îstifakirinê li Serokwezîra Brîtanyayê kiriye. Hat diyarkirin ku sedema vê bangê jî nekarîna sererastkirina aboriyê û polîtîkayên ku bi ser nakevin e.

Hat zanîn ku parlamenter Crispin Blunt, Andrew Bridgen û Jamie Wallis duh bişev vê bangê kiriye.

Andrew Bridgen di banga xwe de gotiye, “Welatê me, gelê me û partiya me, ya baştirîn heq dike.”

Jamie Wallis gotiye, “Truss, ewlehiya aboriya Brîtanyayê derb dike û di nav partiyê de parçebûnên ku neyên sererastkirin çêkirine.

Beriya niha Serokwezîra Brîtanyayê, li ser aboriyê bernameyek ragihandibû û piştî vê bernameyê, nirxê sterlînî li hember dolarî bi awayekî rekor ketibû li ser vê yekê jî Truss xeletiya xwe qebûl kiribû û wezîrên darayî û xezîneyê guherandibû.