Li Burkina Fasoyê zimanê Fransizî êdî nema zimanê fermiye

09 December 2023 20:17 0 dîtin
Li Burkina Fasoyê zimanê Fransizî êdî nema zimanê fermiye

PeyamaKurd – Serokkomarê dewleta Burkina Fasoyê İbrahim Traore, statuya zimanê Fransizî guhert û qanûna di destûrê de hebû guhert. Wê ji niha û pê de Fransizî bibe zimanê xebatê û zimanên cîh dê bibin zimanê fermî.

Di meha Temmûza borî de, dewleta Maliyê jî, zimanê Fransizî ji statuya zimanê fermî derxistibû. Burkina Faso û Malî her dû dewletên Afrîkî ne ku koloniyên Fransayê yên berê bûn.