Li Bursayê protestoya 'Îsraîlê' li dijî Hakan Fîdan hat kirin

18 March 2024 09:29 0 dîtin
Li Bursayê protestoya 'Îsraîlê' li dijî Hakan Fîdan hat kirin

PeyamaKurd – Di dema serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ya Bursayê de, 2 kesan bazirganiya Tirkiyê û Îsraîlê protesto kirin û ev kes hatin desteserkirin.

Hakan Fîdan do serdana Bursayê kir. Di serdana Fîdan de 2 kesan bazirganiya Tirkiyê û Îsraîlê protesto kirin.

Li gor agahiyên ku hatin sitandin, wan du kesan gotin, “Ji bo Xwedê dev ji vê îxaneta berdin, dawî li bazirganiyê bînin û benderan ji siyonîzmê re bigirin. Daxwaza we ya bidawîkirina vê xiyanetê. Nalet li bazirganiya we bê."

2 kesên ku li dijî Wezîr Fîdan nerazîbûn nîşan dabûn ji aliyê tîmên polîsan ve hatin desteserkirin.