Li California li ber deriyê baregehê bi çekan li kamyonê xistin: 3 birîndar hene
PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Californiayê li ber bargeha ewlehiya peravê dîtin ku kamyonekî ber pê de diçe û bi çekan lê xistin. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Bûyer di wexta bicîhanînên li hemberê koçberan protesto dihatin kirin de qewimî. FBI, bûyerê weka munferîd binav kir.
Li gor CBS Newsê; li bajarê Alameda di derveyê bajêr û baregehê de xwepêşandan ji bo koçberan hatiye kirin. Di wexta protestoyê de kamyona aîdê şîrketa "U-Haul"ê ya neqliyê ber bi dergehê baregehê de çûye, hêzên asayîşê hişyariyê danê û ji ber li pey fermana hişyariyê neçûye bi çekan lê dane.
Ajotvanê kamyonê berepaş çûye û kamyonê di kolanekî de daniye û reviyaye. Gelek gule li kamyonê ketine, ajotvan jî ji mîda xwe birîndar bûye, xwe gihandiye nexweşxanê û ji bo tesbîta bê hişê wî li serê wî ye an nîne, ew xistine binçav.
Piştî bûyerê çalakvan bi jimarekî mezin bela bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin