Li cihê ‘Mala Êzidiyan a Efrînê’ ya wêrankirî, dibistana ola Îslamê tê avakirin

07 August 2020 20:39 0 dîtin
Li cihê ‘Mala Êzidiyan a Efrînê’ ya wêrankirî, dibistana ola Îslamê tê avakirin

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand, artêşa Tirkiyê bi hevkariya komeleyeke Kuwêtê ku bi navê Komeleya Şêx Abdullah Nûrî tê naskirin û bi hevkariya ‘Destên Spî’ li Mala Êzidiyan a berê ya li navenda bajarê Efrînê dibistaneke olî vedike.

Herwiha hat diyarkirin ku di roja salvegera êrîşa komkujkirina êzidiyên Şingalê de jî kevirê yekem ê dibistanê hatiye danîn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi daxuyaniyekê daye xuyakirin ku artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser ve, Mala Êzidiyan a bajarê Efrînê wêran kirine û talan kirine.

Herwiha li gorî ragihandina rêxistinê, di çarçoveya tunekirina ola êzidiyan û belavkirina fikrên tundrew û perwerdekirina zarokan de komeleya Kuwêtê ya bi navê Şêx Abdullah Nûrî bi hevkariya" ‘Destên Spî’ piştî ku Mala Êzidiyan hatiye hilweşandin, li şûna wê dibistanekê olî ya îslamî vedikin.

Rêxistina Mafên Mirovan bal kişandiye ser ku di salvegera 6an a êrîşa DAIŞê ya qirkirina êzidiyên Şengalê ya 2014an de jî kevirê yekem ê avakirina dibistanê hatiye danîn.