Li Derya Marmarayê erdhejeke bihêz çêbû: Stenbol û Tekîdag hejiyan
PeyamaKurd – Îro danê êvarê li demjimêr 16:38an li Deryaya Marmarayê erdhejeke bi pileya 4.3 çêbû.
Gelek navçeyên Stenbolê û bajarê Tekirdag bi erdheja bi hêz re hejiyan.
Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku erdhej li dorûbera Tekirdag û Marmara Ereglisî rû daye û kûrahiya wê ji erdzemînê 12.9 kîlometr e.
Parêzgariya Stenbolê piştî erdhejê ragihand ku ti bûyereke neyînî derbarê bandor û ziyanên erdhejê de bo wan nehatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin