Li Diyarbekirê agir bi daîrê ket, bav can da û kur birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarebekirê li navça Reza li taxa Mûradiyê, di qata 6an de ber destê sibê, piştî germkera bi elektrîkê qelibî, di daîrê de şewat derket. Di encamê de mezinê malbatê Hasan Altan (80) jiyana xwe ji dest da û kurê wî yê bi navê Rıfat Altan (58) ji ber dûmanê ket rewşekî nexweş.
Kesên li der û dorê wexta dîtin dûman ji daîrê dikişe, telefonî îtfaiyê kirin û li ser îxbarê polîs û têmên tenduristiyê jî çûn ciyê bûyerê.
Îtfaiye karibû di wexteka kurt de agir vemirîne lê ji ber Hasan Altan li malê nexweşê nav ciya bû, ew di cîh de can dabû.
Cenazê Hasan Altan ji bo otopsiyê birine Tib a Edlî ya Diyarbekirê û kurê wî Rıfat Altan ji bo dermankirinê birin nexweşxanê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin