Li Diyarbekirê jimara nexwesên Kovid-19 ê ji 300 î derbas bû
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê her diçe nexweşên koronavîrusê zêdetir dibin û niha jimara wan ji 300 î derbas bûye. Di ser vê rewşê de îhtîmala pêla duyem ya nexweşînê jî heye. Pisporê Nexweşînên Enfeksiyonê yê Nexweşxane ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Recep Tekin dibêje; ger rewş weha here, gelek zahmete ku rê li ber pêla duyem bêgirtin. Eger halê nexweşînê weha here, dibe ku nexweşxane têra nexweşan nekin.
Li Diyarbekirê nexweşên din yên gelek sivik hene ku li malên xwe di karantînayê de ne. Her weha ji roja çarşemê û pêde derketina derve ya bê maske hat qedexekirin. Herkesê ku derê derve divê maske bide ber devê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin