Li Elezîzê di madenê de hilwesîn: Kesên di binê axê de mane hene

26 February 2024 11:36 0 dîtin
 Li Elezîzê di madenê de hilwesîn: Kesên di binê axê de mane hene
PeyamaKurd – Li gorî tesbîtên ewil di hilweşîna ku di madenê de li Alacakaya navçeya Elezîzê pêk hat de 3 kes di binê axê de man.

Li gorî nûçeya Milliyetê, li Alacakaya navçeya Elezîzê kana madenê rûxiya.

Li gor tesbîtên ewil 3 kes di binê erdê da mane, AFAD, UMKE, 112 ekîbên tenduristiyê yên lezgîn û ewlehiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Kana kromê ya Gulemanê di sala 1936an de ji aliyê Etibank ve hat xebitandin.