Li Elezîzê bi dijwariya 4.6an erdhejeke din çêbû

04 February 2020 13:57 0 dîtin
Li Elezîzê bi dijwariya 4.6an erdhejeke din çêbû

PeyamaKurd - Li Elezîzê, piştî erheja bi dijwariya 6.8 pileyan erdhejên peyrev didomin.

Li navçeya Xûxê ya Elezîzê, saet di 01.19an de dîsa bi dijwariya 4.6 pîleyan erdhejek peyhat çêbû.

Erdhej li Xûxê û derdora wê hat hîskirin. Nayê zanîn ku erdhejê avahiyên ku xesar gihîştibû wan hilweşandiye yan na. 

Di  24ê Çileyê 2020an de li Elezîza bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 6,8an çêbûbû ku bandora xwe bi taybet li bajarê Meletiyê û hemû bajarên din ên bakurê Kurdistanê kiribû. Li gorî amaran fermî 41 kesan di erdhejê de can dabû, 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatibûn rizgarkirin û bi tevahî bi qasî 2 hezar kes bi awayê sivikî birîndar bûbûn.