Li Erebistana Siûdî di sindoqên baklavayê de zêdeyî 2 milyon hebên narkotîkê hatin bidestxistin

14 August 2023 12:59 0 dîtin
Li Erebistana Siûdî di sindoqên baklavayê de zêdeyî 2 milyon hebên narkotîkê hatin bidestxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Gumruka Îslamî ya Bendera Cîddeyê ya Erebîstana Siûdî 2 milyon û 242 hezar û 560 hebên kaptagonê yên ku di sindoqên baklavayê de hatibûn veşartin, hatin bidestxistin.

Li gor ajansa fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) di daxuyaniya ji aliyê Îdareya Zekat, Bacê û Gumrikê ve li Bendera Ceddeyê hat dayîn. Hat destnîşankirin, di dema kontrola gumrikê de di çenteyên plastîk ên di bin baklavayan de veşartibûn de, 2 milyon û 242 hezar û 560 hebên tiryakê hatin dîtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di encama koordîneya bi Midûriyeta Giştî ya Têkoşîna Dijî Hişbirê re barhilgirê ku tê de sitendiye hatiye girtin.

Rêveberiya Gumrikê di daxuyaniya xwe de bang li her kesî kir ku ji bo parastina aborî û civaka welat destekê bidin têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê û hejmara telefon û navnîşana e-maila ku di rewşên wiha de dikarin serî lê bidin parve kirin.

Derbarê bar ji ku derê hatiye û 2 kesên hatine girtin de agahî nehat dayîn.