Li Erxeniyê kurekî li bavê xwe xist û kust

27 August 2024 23:49 0 dîtin
Li Erxeniyê kurekî li bavê xwe xist û kust

PeyamaKurd – Li Amedê li navça Erxeniyê kesê bi navê Bünyamin Sargül (40) ji zîndanê îzna xwe sitend û çû malê. Kurê wî yê bi navê Hasan Sargül (18) bi tivinga pompeyî bavê xwe kuşt. Li ser bûyerê Hasan Sargül û diya wî Aydan Sargül hatin girtin.

Bûyer, do ber destê êvarê li gundê Pınarkaya ku navê gund yê Kurmancî Malan e, çêbûye. Bünyamin Sargül 15 mehe di zîndana Amedê de bû ye. Di serî de di navbera bav û kur de munaqeşe dibe û paşî kurê wî bi tivingê li bavê xwe dixe û wî dikuje.

Li ser bûyerê cendirme û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û dibînin ku Bünyamin Sargül di cîh de miriye. Piştî cenaze bidin tiba edlî, ji wê derê cenaze dibin gundê wî û defin dikin.

Piştî li li baregeha cendirmeyan îfadên dê û kur distînin, wan derdixin dadgehê û dadgeh wan dişîne zîndanê.

Hat ragihandin ku ji 9 zarokên wan 8 jê di bin parastina dewletê de ne.