Li Etiyopyayê di encama ziwahiyê de birs destpêkir: Herî kêm 50 kes mirin

23 November 2023 22:46 0 dîtin
Li Etiyopyayê di encama ziwahiyê de birs destpêkir: Herî kêm 50 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Etiyopyayê li eyaletên Tigray û Amharayê di encama nebarîna baranê û destpêkirina ziwahiya hewayê, herî kêm 50 kes ji ber birsê mirin. Ji ber ziwahiyê behemên çandiniyê hişk bûn û ajalên xwedîkirinê telef bûn.

Li aliyê dinê yê Etiyopyayê jî di encama barîna barana zêde, li hemberê lehiyê têkoşîn tê dayîn. Li welatên cîran yên weka Kenya û Somaliyê ji ber lehiyê 100 kes zêde jiyana xwe ji dest dan.

Li gor ajansa Addis Standardê; ji ber ziwahiya hewayî li eyaleta Tigrayê li devera Yechilayê 46 kes û li eyaleta Amharayê li devera Waghemrayê 6 kes ji ber nebûna nan û xwarinê mirin.

Li bakûrê welat, xelk bi ziwahiyê re û li başûrê welat jî xelk bi lehiyê re dernayê serî. Bi hezarî kes ji ber lehiyê terka xaniyên xwe kirin.

Li welatên Kenya û Somaliyê 100 kes zêdetir ji ber lehiyê mirine.