Li eyaleta Pencab a Pakistanê bi roketê 12 polîsan kustin

23 August 2024 00:22 0 dîtin
Li eyaleta Pencab a Pakistanê bi roketê 12 polîsan kustin

PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Pencabê li Rahim Yar Xanê bi roketê li erebên polîsan xistin. Di encamê de 12 polîs hatin kuştin û 7 polîs birîndar bûn.

Polîs ragihand ku êrîşker li du mînîbusên ku di wan de zêdetirê 20 polîs hebûn xistine û tenê 5 polîs rizgar bûn.

Wezîrê karên navxwe yê Pakistanê Muhsin Nakwi ji bo polîsên can dane sersaxiyê xwest. Heya niha ti grûb an kes bûyerê negirtiye aliyê xwe.