Li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin

03 October 2023 12:05 0 dîtin
Li gelek bajarên Tirkiyê û Kurdistanê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin

PeyamaKurd – Di çarçoveya kordînasyona Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT), Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê (EGM) û Serdozgeriya Komarê ya Şanliurfayê da li dijî PKKê de operasyon hat lidarxistin.

Îro danê sibê li Riha, Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Diyarbekir, Gazîentab, Mêrdîn, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Qeyserî, Êlih, Isparta, Balikesir, Şirnex, Kocaelî û Amasya li 18 parêzgehan operasyonên hemwext hatin kirin. û nêzî 90 kes hatin kuştin û hat binçavkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya jî daxuyand ku heta saet 08.30an li seranserê Tirkiyeyê bi beşdariya 13 hezar û 440 personelên ewlehiyê 466 "operasyonên têkoşîna li dijî terorê" hatin kirin.

Li gorî nûçeya AAyê, beriya operasyonê MÎTê bi qasî 10 mehan li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê, Sûriye û Tirkiyeyê xebatên dişopîne û guhdarî dike.