Li gelek bajarên Yûnan siyaseta Ewropa ya penaberan hate protesto kirin

16 June 2023 20:38 0 dîtin
Li gelek bajarên Yûnan siyaseta Ewropa ya penaberan hate protesto kirin

PeyamaKurd – Li paytexta Yûnanistan Atîna û gelek bajarên din, polîtîkayên li dijî koçberên di nav Deryaya Spî de dixeniqin, hatin protesto kirin.

Xwepêşander li ber avahiya parlamentoyê û gelek deverên din, bi taybet piştî noqbûna keştiya koçberan a roja Çarşemê ku herî kêm 80 koçberan can dabû û şîna giştî hatibû ragihandin, xwepêşandanên protestoyî li dar xistin.

Serokê Partiya SYRIZA ya opozîsyona Yûnanistanê û serokwezîrê berê Aleksis Çipras jî dema xwepêşandanan li nexweşxaneyê serdana koçberên birîndar ên hatine rizgarkirin kir û rexne li siyaseta Yekîtiya Ewropa ya dijî koçberan girt.

Li aliyê din Dozgerê Dadegeha Bilind a Yûnanistanê Isidoros Dogiakos, li ser bûyera dawî ya noqbûna keştiya koçberan ragihand ku ji bo lêpirsîna Dadgeha Cezayê cîgirê dozger hatiye peywirdarkirin.

Li gorî zanyariyan di keştiya li peravên bajaroka Kalamatayê noqî avê bûye de, 750 koçber hebûne, heta niha 80 kesan can daye û hejmarek zêde kes jî hatine rizgarkirin. Herwiha tê gotin ku bi qasî 500 penaber jî winda ne.