Li girtîgeha Sineyê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

30 July 2020 15:54 0 dîtin
Li girtîgeha Sineyê girtiyekî Kurd hat bidarvekirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Girtîgeha bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, sizayê darvekirinê yê bo girtiyekî Kurd hatibû dayîn, hat bicihanîn.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, cezayê darvekirinê yê hemwelatiyê xelkê Sine yê bi navê Murteza Pîrxizirî yê temen 42 salî li girtîgeha Sine ya navendî hat bicihanîn.

Hêjayî gotinê ye, roja duşema borî cezayê darvekirina wî hemwelatiyê kurd bo 45 rojan hatibû paşxistin û mohlet hatibû dayîn malbata wî 2 milyar tumenê Îranê radestî malbata kesê ku kuştibû bike daku cezayê wî yê darvekirinê neyê bicihanîn.

Murteza Pîrxizirî du sal berî niha bi tometa kuştina qesdî hatibû girtin û ji aliyê saziya dadweriya Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.