Li gor encamên rapirsiyên dawî wê Joe Biden di hilbijartinan de Trump derbas bike
PeyamaKurd - Li gor encamên çend kompanyayên rapirsiyên li Amerîka heta niha bi dest xistine, welatiyê Amerîka êdî piştevaniya Trump nakin û ji ber wê yekê jî roj bi roj şansê Joe Biden zêdetir dibe.
Li gor welatiyên Amerîka, siyaseta Trump ya li derve û ya li hundur li hember Koronayê, rê li ber şikestina baweriya welatiyan li ser Trump kiriye û heta gelek ji Senator û kesên navdarên Komarîxwaz jî niha piştevaniyê li Joe Biden dikin.
Li gor saziyên ragihandina Amerîka, Joe Biden karekî gelekî baş kiriye, ku reşpêstek kiriye cîgirê xwe, ji ber ku rêjeyeka zêde reşpêst li Amerîka dijîn û wê piştevaniyê li Joe Biden bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin