Li gundekî Çemçemala bajarê Basûrê Kurdistanê jinek hat kustin
PeyamaKurd - Berdevkê Rêveberiya Tenduristiya Çemçemalê da zanîn, do li gundekî sînorê Çemçemalê ya Başûrê Kurdistanê jinek bi çekê hatiye kuştin.
Li gor Berdevkê Rêveberê Tenduristiya Çemçemalê Şerîf Mela Rehîm ragihand, ‘‘Şeva borî 07.07.2020ê derengê şevê li gundê Xirêhan a ser bi bajarokê Qadirkerem a ser bi Çemçemalê ve, jineke temen 51 salî bi çek û gule hatiye kuştin.’’
Herwaha got: ‘’Pênc gule li wê jinê dabûn. Me termê wê jinê rêkiriye bo bijîşkê dadî yê Silêmaniyê, derbarê bûyerê de polis dest bi lêkolînê kiriye.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin