Li gundewarê Efrînê di navbera hêzên Samê û DAISê de ser derket
PeyamaKurd- Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku wan li dijî şanayên DAIŞê yên dorûbera Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke ewlehiyê kiriye.
Çavkaniyeke ji Wezaretê daye xuyakirin ku helmeta ewlehîyê şane û cihê kombûna DAIŞê, kesên daxwazkirî yên êrîşan dikin û aramî û îstiqrara deverê têk didin, li xwe digre.
Herwiha hate diyarkirin ku li gundê Kefir Cenê yê Serêkaniyê operasyon dest pê kiriye û bi dehan otombîlên leşkerî beşdar bûne.
Çavkaniyê diyar kir ku şerûpevçûn jî li derdora Efrînê derketine û di encamê de ajakorekî sivîl birîndar bûye, lê heta niha nasnameya wî ne diyar e.
Herwiha hate eşkere kirin ku rêya sereke ya Efrîn–Heleb û gundên Meryemîn û Serêkaniyê jî hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin