Li Gwêrê agir bi embareke bîtumê ket!
PeyamaKurd – Li ser şewata mezin a ku li parzûngeheke li ser rêya Hewlêr-Gwêrê derket, mudaxeleya tîmên agirkujiyê didomin.
Doh di saet 20:30an de li ser rêya Hewlêr-Gwêrê, di parzûngeheke ku weke depokirina bîtumenê şil tê bikaranîn, şewateke mezin derket û dûxan ji sedan metreyan dûr ve xuya bû.
Li gor zanyariyan, beriya ku agir derkeve, dengê 3 teqînan hatiye bihîstin û piştre agir bi embaran ketiye.
Herwiha hat zanîn ku hemû karkerên di parzûngehê de sax bûne û karîne xwe ji şewatê rizgar bikin û ekîbên agirkujiyê jî destwerdana şewatê dikin.
Yek ji wan karkerên ku ji şewatê rizgar bûne ji K24ê re diyar kiriye, di şewatê de 2-3 tankerên bîtumê şewitîne.
Tê pêşbînîkirin ku şewata li parzûngehê depoya bîtumena şil e, ji ber wê jî wê demek dirêj were kontrolkirin û heta ku hemû sotemenî neşewitin wê vemirandina wê zehmet be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin