Li Herêma Kurdistanê leskerekî Tirkiyê jiyana xwe ji dest da
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li Herêma Kurdistanê li devera Zap-Metînayê leşkerekî Tirkiyê can daye.
Li gor ragihandina wezaretê; PKKê teqemeniya ku bi dest çêkiriye û li deverê bicîh kiriye, di encamê de teqiyaye û çawîşê bi qidem yê îstîhkamê Bahadır Rıdvan Talay jiyana xwe ji dest daye. Di teqînê de leşkerekî jî birîndar bûye. Navê leşkerê birîndar nehat ragihandin.
Niha jî li bajarê Duhokê li navça Amediyê li Çiyayê Garê û Çiyayê Metîna, di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de bi rojaye ku şer dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin