Li Herêma Kurdistanê helmeta destdanîna ser çekên bêdestûr dewam dike
PeyamaKurd - Piştî biryara nehiştina çekên bêmohlet û girtina cihên çekên neyasayî difiroşin a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, helmeta destdanîna ser çekên bêdestûr hat destpêkirin.
Efserê li Hêzên Zêrevanî yên Kurdistanê Kameran Hewramî ragihand ku helmeta destdanîna ser çekên bêdestûr li cade û cihên giştî berdewam dike û çend rêbendên demkî ji bo vê mebestê hatine danîn.
Kameran Hewramî ji K24ê re eşkere kiriye, li wan rêbendan wan dest danîne ser hejmarek çekên bêdestûr û di çarçoveya lêgerînan de li nav tax û kolanan hejmarek çek hatine dîtin.
Kameran Hewramî got ku wê ev helmet bi şev û roj berdewam bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî êrîşa li Zanîngeha Selahedîn ya kuştina du mamosteyan mijara çekên bêmohlet û firoşkarên çekên bêdestûr ketibû rojevê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ferman dabû cihên çekfiroşiyê bên girtin û êdî saziyên pêwendîdar rê nedin bidestxistina çekên bêdestûr.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin