Li Herêma Kurdistanê jimara miriyan kêm dibe
PeyamaKurd- Li Herêma Kurdistanê her diçe jimara miriyên Kovid-19 ê kêm dibe. Jimara miriyan yên bi sedema Kovid-19 ê îro li herêma Kurdistanê 9 e. Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku îro testên 222 kesan posîtîv derketiye. Rewşa giştî ya herême ya îro weha ye:
12.038 kes heya niha bi nexweşînê ketine.
6.595 nexweş heya îro baş bûne.
1.979 test îro hatine kirin.
222 kes îro bi nexweşînê ketine.
464 nexweş heya îro mirine.
9 nexweş îro mirine.
127 nexweş îro baş bûne.
Îro li Hewlêrê 101, li Silêmaniyê 64, li Germiyanê 43, li Duhokê 14 kes bi Kovid-19 ê ketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin