Li herêma operasyona Pençe-Kilit ê leskerekî Tirkiyê can da
PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li herêma operasyona Pençe-Kilitê ya li Avaşîn, Basyan û Zapê ya ser herêma Kurdistanê de çawîşê bi navê Halil İbrahim Yiğit can daye.
Li gor ragihandina wezareta MSB, leşkerê navborî di 27 ê mijdarê de, di encama lêdana PKK ê de birîndar bûye û wî birine nexweşxanê. Yiğit, li nexweşxanê can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin