Li Hewlêrê besa sêwirmendiya zarokan hate vekirin

12 July 2024 17:08 0 dîtin
Li Hewlêrê besa sêwirmendiya zarokan hate vekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê Beşa Şêwirmendiya Zarokan hate vekirin.

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê îro 12ê Tîrmehê ragihand ku Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê dest bi xizmeta zarokan kiriye û wiha hate gotin:

“Ji ber ku qerebalixeke zêde li ser Nexweşxaneya Raperînê ya Nexweşiyên Zarokan hebû, ji bo tedawiya zarokan û bê par nemînin ji xizmetkariyên tenduristî, me karî Pişka Şêwirmendiya Zarokan bi çend pizişkên şareza di warê nexweşiyên zarokan de li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Rojava-Hewlêrê vekin.”

Hate diyarkirin, di planê de ye ku di demeke nêzîk de, nexweşxane di tevahiya demên şev û rojê de xizmeta zarokan bike.

Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Hewlêrê diyar kir: “Em li vê derê pêdivî dibînin ku destxweşiyê li rêveber û desteya kargerî ya nexweşxaneyê û pizişkên şareza bikin, ku bi dilgermî ve ji bo dabînkirina vê xizmetkariyê di xebatê de bûn.”