Li Hewlêrê 4emîn Festîvala Koreya Basûr li Kurdistanê wê bi awayê online pêk were

01 September 2020 13:01 0 dîtin
Li Hewlêrê 4emîn Festîvala Koreya Basûr li Kurdistanê wê bi awayê online pêk were

PeyamaKurd - Li Hewlêrê 4emîn Festîvala Koreya Başûr li Kurdistanê wê bi awayê online bi rê ve biçe.

Li gor daxuyaniya Balyozxaneya Koreya Başûr li Hewlêra paytexta Kurdistanê hatiye ragihandin, îsal 4emîn Festîvala Koreya Başûr li Kurdistanê bi awayê online dê bi rê ve here.

Weke hatiye ragihandin, beşek ji çalakiyên Hefteya Korê ku di meha 10ê îsal de bi rê ve diçe, Balyozxaneya Komara Koreya Başûr li Hewlêrê xweşhal e bi ragihandina 4emîn Festîvala Korêya Başûr li Kurdistanê wê bi awayê online pêk were.

Ev festîval di 17ê meha 10an de bi rê ve diçe.

Ew kesên ku dixwazin berhemên xwe yên bêhempa pêşkêş bikin xelatên taybet werbigrin, pêwîst e di pêşbirka festîvalê de berhemên xwe bi awayê online pêşkêş bikin.

Strana K-Pop
Semaya(reqsa) K-Pop
Axaftina bi Korî
Wêneyên Korî
Hunera destî ya Korî
Xwarina Korî

Her wiha her çalakiyeke din ku pêwendî bi kultura Koreyiya ve hebe, dikarin heta 19ê meha 9an ji bo taqîkirin û ezmûna online bişînin û 3ê meha 10an, roja wergirtina videoyan e.
Ev festîval ji aliyê The Organization For Korean Studies ve tê birêvebirin.