Li Hewlêrê Baxçeyê Ajalan ê herî mezin ê li Rojhilata Navîn vedibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe baxçeyê ajalan ê herî mezin li Rojhilata Navîn li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê tê vekirin.
Berpirsê ragihandina baxçeyê ajalan li Hewlêrê Mihemed Omer ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, Baxçeyê Ajalan ê Hewlêrê ku baxçeyê ajalan ê herî mezin e li Rojhilata Navîn, li bajarê Hewlêrê hatiye çêkirin û sibe 15ê Gulanê deriyên xwe ji hemwelatî û geştyaran re vedike.
Hat diyarkirin ku di vî baxçeyî de bi sedan sewal û baskdarên cur bi cur û hatine perwerde kirin hene, ku piraniya wan azad in, ango nav qefes û xaniyekî de nînin û gelek balkêş in.
Mihemed Omer gotiye, ji ber ku her sal bi hezaran geştiyarên navxwe û biyanî serdana navçeyên geştyariyê yên li sînorê bajarê Hewlêrê dikin, wê gelek kes serdana vî baxçeyî jî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin