Li Hewlêrê, komxebata erdhejê tê lidarxistin

21 February 2023 15:00 0 dîtin
Li Hewlêrê, komxebata erdhejê tê lidarxistin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, bi beşdariya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo parastina Herêma Kurdistanê ya ji erdhejê, îro li paytext Hewlêrê komxebatek tê lidarxistin.

Hat diyarkirin ku di komxebata ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariya Herêma Kurdistanê û Enstîtuya Betonê ya taybet a Amerîkayê ve hatiye pergalkirin, ji bo parastina Herêma Kurdistanê ji erdhejan çi pêwîste bê kirin, dê hemû vebijêrk werin gotûbêjkirin.

Hat eşkerekirin ku armanca komxebata ku dê Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî beşdar bibe, nirxandina mal, avahî û deverên pîşesazî yên ku projeyên aborî lê tên kirin û avakirina mekanîzmayên girtina bergirên pêwîst e.

Di komxebata ku tê de nexşerêyên ji bo pêkanîna projeyên paşerojê û ji bo Kurdistaneke pêşkeftî di warê zanista endezyariyê de çi pêwîst e bê kirin, dê were nîqaşkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ji bo parastina xweza û erdnîgariya Herêma Kurdistanê, ev komxebat tê pergalkirin û armanc jî ew e ku bi vê komxebatê re lêkolînên meydanî bên kirin.