Li Iraqê serê esîran: Rêya Besra-Mîsanê hate girtin

21 July 2024 12:33 0 dîtin
Li Iraqê serê esîran: Rêya Besra-Mîsanê hate girtin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Mîsan a Iraqê şer di navbera du eşîran de derket û ji ber bûyera pevçûnê rêya sereke ya navbera Mîsan û Besrayê hate girtin.

Li gorî medya Iraqê, îro 21ê Tîrmehê çavkaniyekî ewlehiyê ragihandiye, şerê eşîrî yê tund li Mîsanê pêk hatiye.

Çavkaniya iraqî gotiye, şer di navbera du eşîran de rû daye û ji ber wê jî rêya sereke ya Mîsan û Besrayê hatiye daxistin.

Herwiha hate diyar kirin, hêzên ewlehiyê ji bo navçeyê hatine şandin da ku rêgiriyê li berfirehbûna wî şerî bigrin. Hate gotin, piştî çûna hêzên iraqî rê ji çûnûhatinê re vebûye.